2015 ж. 25 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 26 қазан
AGRI
Li ser çil û çiyayên Agiriyê berf barî.
Li navenda bajêr û navçeyan şilî, li ser çil û çiyayan jî berf barî. Piştî berfê serê Çiyayê Agiriyê û Kosedaxê ku li navçeya Eleşkirtê ye, spî kir.
Hat ragihandin ku li herêmê berf û baran wê dewam bike û hewayê sartir bibe.
Ji aliyekî din va ekîbên rêbejê hişyarî da şofêrên ku wê di rêya Agirî-Erzirom û rêya Agirî-Îranê ra herin û werin.