25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
DENIZLÎ
Ethem Hallaçê 85 salî li Çala navçeya Denizliyê dijî û hostayê kulavan e. Hallaç 71 sal in ji bo şivanan "kulav" çêdike û pîşeyê xwe didomîne.
Hallaç bi jina xwe va li taxa Alfaklara ku 15 kîlomêtreyan dûrî navenda navçeyê ye, dijî. Ev pîşeyê ku dike jî ji bav û kalên wî maye û bi vî pîşeyî debara xwe dike.
Hallaç 71 sal in li odeyeke baxçeyê xwe da kulavan çêdike û dixwaze hê vî karî bike.
Hallaç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li ber destê kalikê xwe hînî vî karî bûye û wê demê diçû dibistana seretayî. Hallaç ji kulavê şivanan ra dibêje mala şivanan û got ku wê dewrê kesên ku kulav çêdikirin, pir bûn.
Hallaç daxuyand ku wî di ciwaniya xwe da rojê kulavek çêdikir û gelek caran xwe bi sparîşên millet ra nedigîhand. Hallaç got ku lê vê gavê zarokên min vî nizanin. Ji ber ku zarokên wî hînî vî karî nebûne, li ber xwe dikeve û wiha got: "Ciwanên niha guh nadin vî karî. Zarokên min tu wextî dest neavêtin vî karî. Li dikana min kar pir e, lê kesekî ku vî karî bike tuneye."
Hallaç got ku ew 71 sal in ku ji bo şivanan kulavan çêdike û wiha dewam kir: "Li der û dorê çi qas şivan hebin, min kulavên wan çêkirine. Her çend emrê min 85 sal bin jî ez ji vî karî zewq hildidim. Berê li Denizliyê kulavjen pir bûn. Li gundê me her kesî bi libûjeniyê debara xwe dikir."
Hallaç got ku li gor emega destan bihayê kulavan di navbera 100 û 300î da diguhere.