25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê teqemeniya ku endamên rêxistina terorê bi cih kiribûn hat teqandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo ku can û malê welatiyan biparêze tevdîrên xwe didomîne.
Hat gotin ku ji bo ku welatî biewlehî rêwîtiyê bikin li ser rêyan tevdîrên zêde tên dîtin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li taxa Aksalkimê li ser rêya Diyarbekir û Haniyê teqemeniya ku endamên rêxistina terorê bi cih kiribûn ji hêla hêzên ewlehiyê ve hat teqandin. Ji ber teqînê li ser rê xisar çêbû û ji bo ku rê bê nûkirin xebat dewam dikin. Piştî xebat qediyan rêyê ji hatin û çûyînê re bê vekirin."