Çand û huner

Rêzefîlma nû ya TRT tabiiyê "Asylum"ê dest pê kir

Özlem Limon  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 09.02.2026
Rêzefîlma nû ya TRT tabiiyê "Asylum"ê dest pê kir

Istanbul

Galaya rêzefîlma nû "Asylum" ya TRT tabiiyê ya platforma dîjîtal a navneteweyî li Muzexaneya Sakip Sabanci li The Seedê hat lidarxistin.

Mazuvaniya bernameyê ji aliyê Midûrê Giştî yê TRTê Mehmet Zahîd Sobaci va hat kirin.

Rêveberiya TRTê, lîstikvan, tîma ku fîlmê çêkirine, kesayetên pêşeng ên qadê û gelek mêvan beşdarî bernameyê bûn.

Sobaci di di bernameyê da axivî û got TRT tabii ji bo malbat, ciwan û zarokan bernameyên cûda pêşkêş dike û ji wan hinek ji hêla naverokê va balê dikişînin ser mijarên hemdem.

Sobaci daxuyand ew hewl didin ku bernameyên dibin sedem ku temaşevan bifikirin û bipirsin çêbikin û wiha axivî:

"Rêzefîlma 'Asylum'ê pirsgirêk, zext, têkoşîn û neheqiyên ku penaber rû bi rû dimînin nîşan dide. Rêzefîlma me bi zelalî eşkere dike ku pirsgirêka penaberan an jî dagirkeriya nûjen ka çawa dikare ji nişkê va veguhere krîzeke mirovî. Ew balê dikişîne ser gelek pirsgirêkên derbarê penaberan da yên wek ji bazirganiya mirovan û koçberiya neqanûnî bigire heta tora tarî (dark web), ji qumarê neqanûnî bigire heta bazirganiya ezayan. Ew van pirsgirêkan bi vegotineke dîstopîk rave dike."

Ugur Aslanê ji serlîstikvanên rêzefîlmê bal kişand ku "Asylum" qala çîrokeke dîstopîk dike û wiha got, "Metafora sereke ya hikayeya me xwe dispêre raveya tecrubeya penaberiya li cihanekê ku ji çaran yekê nifûsê dinyayê bûye penaber."

Luka Perosê lîstikvanê navdar ê cihanî destnîşan kir ku ew kêfxweş e ku di nav berhemanînê da cih girt û wiha got, "Ji bo min tişta xweş ew e ku rêzefîlm dê derkeve pêşberî temaşevanên 55 welatan. Ez pir kêfxweş im ku bûm hevparê projeyê."

Rêzefîlma ku temayên şer, koçberî û mêtingeriyê di ser gerdûna dîstopîk ra rave dike û rûyê tarî yê dinyaya modern rexne dike, ji îro pê va bi hemû beşên xwe va dê di tabiiyê da bê weşandin.

Asyluma ku Umit Cihan Canpolat senaryoya wê nivîsiye, Ozan Uzunoglu derhêneriya wê dike, qala serboriya malbatekê dike ku ji ber wêraniya şer direvin û bi xeyalê siberojeke nû dest bi rêwîtiyekê dikin lêbelê rêwîtiya wan li gerdûna dîstopîk li dîwarekî tarî diqelibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın