Çand û huner

Gelek pirtûkên li ser wêjeya Kurdî li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê hatin pêşandan

Zana Natık Kerem  | 10.02.2026 - Rojanekırın : 11.02.2026
Gelek pirtûkên li ser wêjeya Kurdî li Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê hatin pêşandan Abdullah Saed

Arbil

 Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind ê Sûriyeyê Mihemed Ebdurrehman serdana Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şamê kir.

Beşa zimanê Kurdî ya SANAYA ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê ragihand ku Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şamê ya ku ev 5 roj in vekirî ye, gelek kesan serdana wê kiriye.

Her wiha hat ragihandin ku hejmareke mezin ji pirtûkên wêjeyî yên Kurdî li Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şamê wekî beşeke resen a qada çandî ya Sûriyeyê hatine pêşandan.

- Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind ê Sûriyeyê serdana beşê Kurdî li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê kir

Behsa wê yekê jî hat kirin ku Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdurrehman serdana pêşangehê kiriye û li beşên pêşangehê geriyaye.

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şamê, bi navê "Em Dîrokekê Dinivîsin û Dîrokekê Dixwînin", roja înê vebû, ev pêşangeh yekem pêşangeh e ku ji hêla Wezareta Çandê ya Sûriyeyê va piştî hilweşîna rejima Beşar Esed va tê organîzekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.