2015 ж. 14 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 15 қазан
Li Mûşê di çarçoveya "Bernameya Jiyana bi Hereket û Xwedîbûna bi Sihet a Tirkiyeyê" ku Wezareta Tenduristiyê bi rê ve dibe de bisîklet dan 53 xwendekaran.
Ercan Oterê alîkarê walî di merasima ku li baxçeyê Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamûyê hat kirin de axivî û diyar kir ku li welatên Ewropayê milet di şûna tirîmbêlan de li bisîklêtan siwar dibe.
Oter destnîşan kir ku tevlî Midûriyeta Sihetê ya Bajêr, Zanîngeha Mûş Alpaslan û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr re protokol îmzekirin û di wê çarçoveyê de 253 bisîklêt kirîn û wiha pê de çû: "Em bi taybetî di çarçoveya têkoşîn bi qelewbûnê re bisîklêtan didin ciwanên ku piçek qelew in. Bi vê rêyê ewê lewaz bibin."