ANKARA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir piştî daxistinê li Ankara û Îzmirê lîtreya benzînê ku di navbera 4,84 û 4,86an de dihat firotin ji niha şûnve di navbera 4.76 û 4,78an de tê firotin. Lîtreya benzîna 95 oktan a bêqûrşûn li Îstanbûlê jî di navbera 4,83 û 4,85an de dihat firotin û niha di navbera 4,75 û 4,78an de tê firotin.
Di meha îlonê de bi vê daxistinê ev cara 3yemîn e ku bihayê benzînê dadikeve. Di navbera mehekê de bi tevahî nêzî 32 quriş erzanbûn pêk hat.
Bihayê berhemên sotemeniyê li bajaran ji ber şert û mercan û reqabeta şirketên belavkirinê dibe ku bi çend qurişan ji hevdu cuda be