TUNCELÎ
Tuncelî di qada nebatan de gelek dewlemend e. Fîdan Aydina 56 salî jî bi vê rewşê zane û 6 sal in ku li Tunceliyê mêşvaniyê dike. Armanca wê ya sereke jî ewê ku hingivê Tunceliyê bifiroşe welatên derve.
Aydina ku niha Seroka Komeleya Jinên Muteşebîs ên Tunceliyê ye û dayika du zarokan e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sala 2005an cara ewil li Tunceliyê Yekîtiya Mêşvanan ava kirine û serokatiya yekîtiyê jî 3 salan bi rêve biriye. Aydinê wiha dewam kir: "Niha 400 endamên yekîtiya me hene û em dixwazin ku Tunceliyê di qada hingivê siruştî de bikin navend û hingivê xwe bifiroşin welatên derve."
Aydinê qal kir ka ji bo çi dest bi mêşvaniyê kiriye û wiha got: "Li Îstanbulê ez bi karê tekstîlê re mijûl bûm. Min dev jê berda û piştî 22 salan ez hatim Tunceliyê. Hatin qet di bîra min de tunebû lê dema ku ez hatim û min ev derana dîtin, pir li xweşa min çû. Piştî ku ez li vê derê bi cih bûm min got gelo ez dikarim çi karî bikim. Min her dît ku ez di koperatîfê de bi cih bûme û paşê jî Navenda Yekîtiya Mêşvanên Tirkiyê bangî min kirin û gotin koperatîf nabe, hûn jî Yekîtiya Mêşvanan ava bikin. Min jî ava kir lê min tu tiştên wiha plan nekiribû. Bi vî awayî min jî dest bi mêşvaniyê kir.
Aydinê behsa zehmetiyên ku jin di qada bazirganî û muteşebîsiyê de dikşînin kir û wiha got: "Min bi sermiyanekî hindik dest bi kar kir. Ez 5 sal in ku hingivê xwe bi belge difiroşim yanî ez hingiv ji mêşvanan nakirim û nafiroşim derekî din. Di meha adarê de ez dest pê dikim hetanî meha îlonê. Hingiv piştî ku amade dibe ez difiroşim. Karê mêşvaniyê zehmet e, lewra dema ku mirov kewara hiltîne datîne hêz lazim e. Cihê ku em lê hilberînê dikin ceyran tuneye, rê tuneye, loma gelek zehmet e. Ez di bereqeyekê de bi tena serê xwe dimînim. Salê nêzî tonekî hingiv hiltînim û li gelek deverên Tirkiyê difiroşim. Ji nebatên ku Îngilistan û Hollandayê zêdetir nebat li çiyayên Munzûrê hene. Ji ber vê jî hingivê me gelekî biqalîte ye. Hingivê Hozatê, Ovacikê û Pulumurê jî wisa biqalîte ye.