BATMAN
"Mihrîcana Çîlek, Gûz û Hingiv" ya li Sasona navçeya Batmanê dest pê kir.
Mihrîcan bi destê Şaredariya Sasonê li Salona Sporê ya Navçeyê tê çêkirin. Di çarçoveya mihrîcanê de pêşbaziya çîlek, gûz û hingiv tê çêkirin.
Serokê Şaredariyê Cuma Uçar di vekirina mihrîcanê de axivî û got ku demeke dirêj e mihrîcan pêk nedihat, me dîsa da destpêkirin.
Uçar destnîşan kir ku ji bo nasandina çîlek, gûz û hingivê navçeyê mihrîcanê çêdikin.
Uçar diyar kir ku di mihrîcanê de 100 cure ber wê bên nasandin û wiha dewam kir: "Demeke dirêj nedihat çêkirin û me dîsa mihrîcan li dar xist. Bi taybetî hingivê Sasonê girîng e. Ji ber vê ji bo nasandina çîlek, gûz û hingivê li herêmê em mihrîcanê çêdikin."