ERZURUM
Serokwezîr Davutoglu: "Ji îro pê de hişmendiya Tirkiyeya berê ji holê rabû. Yên di vê hişmendiyê de wekî Bahçelî di sergoyê dîrokê de ciyê xwe digrin û di dilê gel de najîn."
Serokwezîr Davutoglu di Kongreya Bajêr a Asayî ya 5emîn a Erziromê ya AK Partiyê ya ku li Salona Sporê ya Kazim Karabekir hat çêkirin de axivî.
Serokwezîr Davutoglu der barê serdana Devlet Bahçelî ya li Tunceliyê de wiha got: "Piştî axaftina min a li Tunceliyê Bahçelî em bi bêbextiyê tawanbar kirin. Gelek hêsan e ku meriv ji Enqereyê tawanbar bike. Me got herin Tunceliyê û gotina xwe bêjin. Xebara me kir û çû. Ev geşedaneke baş e. Wisa xuya ye ku biryar dane derkevin derveyî Enqereyê. Em sipasiya wan din ku bi ya me kirin. Lê çi kir? Çû li ber Walîtiya Tunceliyê axivî. Bi gelê Tunceliyê re nehat bal hev û neçû serdana esnafan. Got ez ê herim serdana cemxaneyê û neçû. Lê em wek AK Partî li her derê Tirkiyeyê hene. Em jî çûn Tunceliyê. Me çi kir? Em çûn serdana gel. Bahçelî çi kir, bi mebesta tiştên ku li Enqereyê dibêje çû û li ber Walîtiya Tunceliyê xitabî kesên partiya xwe kir. Ez dîsa bangî Bahçelî dikim, ev destpêkeke baş bû, dewam bikin û herin Hekariyê, Wanê, Bidlîs û Bîngolê jî. Herin her derê welêt."
Davutoglu di axaftina xwe de wiha got: "Çawa Kiliçdaroglu ji HDPyê destûr, yanê ji BDPyê destûr xwestibû û çûbû Hekariyê û nekarîbû alayê derxe, niha jî Bahçelî ji CHPyê destûr xwest û çû Tunceliyê û nekarî têra xwe alayê bihejîne. Lê em hefteya borî çûn Tunceliyê û me ala sor û ya AK Partiyê hejand û em ê tim bihejînin."