26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
HAKKARİ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê mêşên hingiv ên ku di mehên zivistanê da ji ber sermayê di kewaran da ketin xewê, bi hatina biharê ra hişyar bûn û dest bi çêkirina "hingiv" kirin.
Mêşên ku piştî ji xewa zivistanê şiyar bûn, ji kewaran derketin û berê xwe dan kulîlkên ku teze vebûne.
Mêşên ku ji gul û çîçekan nektar û polenan kom dikin, vedigerin kewara xwe.
Mêşvan Hasan Kiliç got ku ev hefteyek e mêşan berî xwezayê dane û wiha dewam kir: "Her sal vê çaxê, mêş dest bi çêkirina hingiv çêdikin. Mêş ji çîçekên nû vebûne nektar û polenê komdikin û tînin kewarê, li vir hingiv çêdikin. Mêşvanî karekî xweş e. Ev 5-6 salin mêşvaniyê dikim. Em li mêşên hingiv û meziyeta wan dinêrin û şaş dibin."
Kiliç destnîşan kir ku li Şemdînliyê cureyên çîçekan zêde ne û wiha dewam kir: "Em jî bi mêşan ra dest bi xebatê dikin. Me kewar ziwa kirin û mêş neqlê kewarên nû kirin. Mehek bi şûn da em ê mêşan neqlê cihekê din bikin. Hêviya me ew e ku saleke bi bereket be. Hingivê vir navdar e, em bi tonan hingiv dişînin herêmên cuda yênTirkiyeyê. Înşallah Xwedê rizqê hemûyan bide."