Fatih Gazioğlu
09 Sibat 2018•Rojanekirin: 10 Sibat 2018
HAKKARÎ
Şaredariya Çukurcaya navçeya Hekariyê li çopên gundên kom dike.
Tîmên Şaredariyê bi arîkariya Yekîtiya Xizmeta Gundan ya Qaymeqamtiyê diçin gundan û poşêtên çopan li malan belav dikin.
Tîmên şaredariyê piştî vê, van poşêtên çopê barî wesayîtan dikin û gundan paqij dikin. Gundî ji ber vê xizmetê gelekî kêfxweş in.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredariyê Temel Ayca daxuyaniyek da û got ku komkirina çopên gundan pirsgirêkeke mezin bû û me çareser kir û wiha got:
"Piştî em hatin ser wezîfeyê me ev pirsgirêk tespît kir. Paşê me bi Yekîtiya Xizmeta Gundan ya Qaymeqamtiyê re hevkariyek kir û dest bi xebatê kir. Me li gundan poşet dan welatiyan. Em niha hefteyê carekê diçin gundan û çopê wan deran paqij dikin."
Ji gundiyan Nîhal Dayanê jî got ku ji ber vê xizmetê spasiya rayedaran dikin û wiha axivî: "Êdî gundê me paqij e. Wiha dewam bike wê gelekî baş be. Ev du meh in vê xizmetê ji me re dikin. Em gelekî memun in."