Haydar Şahin
09 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
BAYBURT
Li Bayburtê çêleka sîmental a ku bi rêyên siruştî hatibû dewar cara ewil za û 3 golik bi hev ra anî.
Li Gunluceya taxa Uluçayira gundê Bayburtê çêleka malbata Kiliç za û 3 golik bi hev ra anî û malbat zehf şa bû.
Kurşat Yildizê beytarê Midûriyeta Şaxa Kordinasyon û Daneyên Cotkariyê ya Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê ya Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku çêlek kêm caran 3 golikan bi hev ra tînin.
Yildiz diyar kir ku di zayîna dewaran da ji sed hezarî çêlekek 3 golikan bi hev ra tîne û wiha axivî: "Vê çêlekê di yekberiya xwe da 3 golik anî. Çêleka me bi rêyên siruştî hat dewar û di carekê da 3 golikên sîmental anî. Ligelê hersê golik jî mê ne, ev jî di zayîna dewaran da kêm caran tê dîtin, tiştekî baş e."
Yildiz destnîşan kir ku ji bo tenduristiya heywanan zêde naxwazin çêlek ji golikekê zêdetir bînin, şîrê çêlekê û rewşa golikan nika zehf baş e û wiha got, "Rewşa çêlekê baş e, şîrê wê jî qasî têrê dike tê, lê me nika got ku bira bi bîbronê şîr bidin golikan. Em ê kontrolên xwe bidomînin."
Yildiz got ku Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê sala 2018an wekî sala têkoşîna dijî mirarbûna golikan îlan kir, ew jî li gor vê biryarê bi 6 ekîban li bajêr xebatên xwe didomînin, golikan kontrol dikin û agahiyan didin xwediyên wan.
- "Bereketa sala 2018an"
Ayhan Kiliçê xwediyê çêlekê jî got 30 sal e li Bayburtê heywandariyê dike, ev cara ewil e ku tiştekî wiha tê serê wî û ji ber vê zehf kêfxweş bû.
Kiliç got dema dîtin ku çêlekê 3 golikên mê aniye şaş û metel man û wiha axivî: "Hetanî nika tiştekî wiha nehatibû serê min. Me ji mezinên xwe jî tiştekî wiha nebihîst. Kêm caran be jî me dît ku çêlekan çêwî anîn, lêbelê ev cara ewil e dibînin ku çêlekek 3 golikan bi hev ra tîne. Bi ya min ev bereketa sala 2018an e."
Kiliç got ji ber mezinbûna zikê çêlekê ketibûn fikaran û wiha pê da çû:
"Me digot dibe ku çêwî bîne. Lewra me berê jî ev dîtibû. Hin heywanên me ji ber xwarina bendê balyayan mirar bibûn. Dema zikê wê mezin dibû me digot dibe ku bend xwaribe. Lêbelê ya ku nedihat bîra me hat serê me. Dema çêlekê 3 golik anî zarokên me jî şa bûn. Nika em li hêviya wan in ku navan li golikan bikin."
Kiliç got ku ew ê van golikan heya mezin bibin û bizên xwedî bike.