Elif Orhan
24 Gulan 2019•Rojanekirin: 26 Gulan 2019
Nûçegihanê me Abdulkadîr Nîşanciyê (41) ku di 10 gulanê da dema xebatên vekirina rê ya li Çiyayê Soganliya di navbera Bayburt-Trabzonê da dişopand gindirî kendalê bi merasima cenazeyê ya ku li bajarê wî hat kirin hat definkirin.
Ji bo Nîşanci li ber derê mizgefta li gundê Sogutluya girêdayî navendê merasima cenazeyê hat kirin.
Digel xanima wî Çîgdem, keçên wî Serra Beyza û Zeynep Nîlay, dayika wî Zohre, bavê wî Nafîz birayên wî Abdurrahman û Faruk Serdar Nîşanci, xwîşkên wî Emîne Turkoglu û Zulal Bozdag, xwezûrê wî Yaşar Mutlu, Waliyê Bayburtê Alî Hamza Pehlîvan, Fermandarê Garnîzonê Albayê Tankvan Davut Balîbaşa, Şaredarê Bayburtê Hukmu Pekmezcî, Serdozgerê Komarê Ramazan Murat Tîryakî, Rektorê Zanîngeha Bayburtê Prof. Dr. Selçuk Coşkun, Qaymeqamê Demîrozuyê Omer Coşkun, Qaymeqamê Aydintepeyê Mustafa Akin, Midûrê Ewlehiya Bajêr Seazyî Er, Alîkarê Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) û Rêvebirê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, Birêvebirê Weşana Nûçeyên Tirkiyeyê Hasan Oymez, Edîtorê Nûçeyên Welêt a AAyê Zekeriya Kaya, Serokê Giştî yê Sendîkaya Medya-Îşê Turker Çeltîk, Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilatê Anadoluyê Ferîdun Fazil Ozsoy, serokên cemiyetên rojnamevanan ên li hin bajêrên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên pîşeyê, hempîşeyên wî û welatî beşdarî merasima cenazeyê ya Nîşanci bûn.
%2Fa3f8981c-401b-4d82-971c-ac760090689c.jpg)
Piştî nimêja cenazeyê ya ku Miftiyê Bayburtê Hasan Başoglu da kirin cenazeyê Nîşanci li heman gundê li qebristana malbatê bi diayan hat definkirin.
Ji aliyê din va alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mutanoglu, bi Oymez, Kaya û Çeltîk ra di meqamê wî da Walî Pehlîvan ziyaret kirin.