JOHANNESBURG
Serokê Berê ye Afrîkaya Başûr Nelson Mandela dê roja yekşemê bê definkirin. Wê rojê hin supermarkêtê girtî bin û hin sazî jî dê qezenca xwe ya wê rojê bibexşînin saziyên xêrê.
Hat ragihandin ku roja yekşemê venebûna supermarkêtan ji bo karsazên Afrîkaya Başûr tiştekî nû ye. Tê gotin ku ji bo xebatkarên supermakêtan bi maltên xwe re beşdarî çalakiyên bîranîna Mandela bibin ev biryar hatiye dayîn.
Navê hin supermarkêtên ku venabin wiha ye: Buîlders Warehouse, Cambrîdge Food, Game Stores, Jumbo Cash & Carry û Makro.
Rêvebirê supermarkêta Woolworthsê Lan Moîr di televîzyona dewletê de diyar kir ku ev biryar ji bo rêzdariya mîrata ku Mandela ji gelê Afrîkaya Başûr re hiştiye hatiye dayîn.
Hin saziyan jî diyar kirin ku ji bo bîranîna Mandela yê qezenca xwe ya roja yekşemê bibexşînin saziyên xêrê.
Pêşbirkên Lîga Premîer ya Afrîkaya Başûr jî paşve hatin avêtin û yê piştî merasima cinaze bên lîstin.
Ji aliyekî de jî li Kunuya ku Mandela lê hatibû dinê amadehiyên merasima cinaze didomin. Mandela dê li Kunuyê bê definkirin.
Li gor xeberên çapemaniya herêmî li gundê Mandela "herêma leşkerî" hat îlankirin û hat qedexekirin ku rojnamevan wêneyên mala Mandela bikêşin. Di dawiya heftê de li herêmê seferên balafiran hatin qedexekirin û li ser Kunuyê re bi tenê jetên Hêzên Hewayê yê Afrîkaya Başûr dê bifirin.
Hindik ma ku amadehiyên li goristanê biqedin. Li rexê goristanê 4 hezar kesî cihekî bêhnvedanê hat avakirin. Li der û dorê mezelê Mandela karker dixebitin û bandoya leşkerî a ku di merasimê de yê cih bigre provayên xwe yên dawîn dikin.
Ji bo Mandela dê merasimeke kevneşopî bê sazkirin. Mezinekî qebîleya Mandela yê çêlekekê kifş bike û roja ku cinaze hat malê dê wê çêlekê qurban bidin. Goştê çêlekê yê bixaşînin û mezinê qebîleyê dê wî goştî bixwin.
Îro di saet 17.00an de cinazê Mandela dê cara dawîn bibin nexweşxaneya leşkerî. Sibê şeveqê merasima fermî dê bê sazkirin û piştî merasimê yê cinaze bi rêhewayê bibin Kunuya ku dê lê bê definkirin.