ANKARA
Mirina serokê efsanewî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li dinyayê deng veda. Mandela dijî rejima spî ya nijadperest têkoşiyabû û bûbû sembol. Serokên dewletên dinyayê û nivîskar û rewşenbîran der barê mirina Mandela de peyamên sersaxiyê dan.
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku Mandela serkeftinên mezin pêk aniye û wiha got: "Ew îro çû mala xwe ya rastîn û em li vê dinyayê man. Me mirovekî hêja û wêrek wenda kir. Ew êdî ne tenê aidê vê demê ye, ew aidê serdeman e."
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mûn destnîşan kir ku Mandela ji me re nîşan daye ku bi xeyal û xebatê meriv dikare ji bo edaletê çi bike û çi pêk bîne.
Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron der barê mirina Mandela de wiha got: "Ji dinyayê şemaleke mezin derbas bû."
Serokê Dewleta Çînê Xî Jînpîng diyar kir ku Mandela bi têkoşîna xwe ya li dijî nijadperestiyê serkeftinên mezin diyarî mirovahiyê kiriye.
Serokê Dewleta Haîtiyê Mîchel Marteley destnîşan kir ku Mandela sembol e û sembol jî namirin û wiha got: "Mandela ne tenê bavê demokrasiya Afrîkaya Başûr e. Ew bi jiyana xwe û bi bawerî û wêrekiya xwe ji bo edalet û hevkariyê têkoşiya."
Serokê Dewleta Fransayê Francoîs Hollande jî di peyama xwe destnîşan kir ku Mandela ji bo azadî û edaletê bûye îlham û dê neyê jibîrkirin.
Serokê mixalefeta Myanmarê û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Aûng San Çîî jî destnîşan kir ku Mandela ji bo me mînakeke girîng e û nîşan da ku dema meriv bixwaze dikare ka çi bike û dikare dinyayê biguherîne.
Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Sîng Mandela û serokê serxwebûna welatê xwe Gandgî şiband hev û wiha got: "Mirovên qehreman ji vê dinyayê koç dikin. Mandela Gandiyekî rastîn bû. Jiyan û xebatên Mandela dê ji bo nifşên nû bibe îlham û mînak.
Serokê Avûstralyayê Tony Abbott diyar kir ku Mandela di sedsala 20an de mirovekî mezin û hêja bû û wiha got: "Dinya dibe ku Nelson Mandelayekî din nebîne. Wî îlham û wêrekî da mirovan."
Serokê berê yê DYAyê Jîmmy Carter diyar kir ku Mandela ji bo nifşên nû bû îlham û têkoşîna wî ya ji bo azadî û edelatê li dinyayê deng veda û wiha got: "Heger îro Afrîkaya Başûr ji bo demokrasiyê mînak be, ev bi xêra Mandela ye."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê berê Kofî Annan jî diyar kir ku "Mandela dengê edalet û wêrekiyê ye."