PARÎS
Fransayê li Komara Afrîkaya Navîn dest bi operasyonên leşkerî kir.
Wezîrê Wezareta Parastinê ya Frasayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku operasyonan dest pê kir û leşkerên Fransayê li Bangauiyê bi şev derketin dewriyeyê.
Le Drian got li Banguiyê bi şev bûyer çênebûn û bawer dike ku leşkerê Fransayê û hêzên Afrîkayê yên li herêmê dê operasyonên hevkar bikin û ewlehiyê pêk bînin.
Li Komara Afrîkaya Navîn di navbera komên xiristiyan û misliman de pevçûn çêbibûn û di pevçûnan de ji 100î zêdetir mirov hatibûn kuştin û Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar dabû ku Fransa û Yekîtiya Afrikayê stariyê li sivîlan bikin û ewlehiyê pêk bînin.
Li gorî biryarê misyona Yekîtiya Afîikayê dê li MISCAyê bi 3 hezar û 500 leşkerî ve, Fransa jî bi hezar leşkeri ve piştevaniyê bide operasyonan.
Serokomarê Fransayê François Hollande diyar kiribû ku di nav çend rojan de hejmara leşkeran dê derxin du qatî.