Xeberên saziyî

Rêveberê Giştî yê AAyê Kazanci ji bo nûçegihanê me Nîşanci peyama sersaxiyê weşand

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadolu (AA)yê Şenol Kazanci ji bo nûçegihanê me yê li Bayburtê Abdulkadir Nîşanciyê ku dema şopandina nûçeyê ji kendalê we bû, peyama sersaxiyê weşand.

Ahmet Aydın  | 23.05.2019 - Rojanekırın : 24.05.2019
Rêveberê Giştî yê AAyê Kazanci ji bo nûçegihanê me Nîşanci peyama sersaxiyê weşand

Ankara

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Anadolu (AA)yê Şenol Kazanci ji bo nûçegihanê me yê li Bayburtê Abdulkadir Nîşanciyê ku dema şopandina nûçeyê ji kendalê we bû, peyama sersaxiyê weşand.

Kazanci di peyama xwe de destnîşan kir ku hê ji seretaya wendabûna nûçegihan Abdulkadir Nîşancî xebatên lêgerînê bi awayekî xurt dest pê kiribûn û wiha got, "Tevî neguncayiya şiklê eraziyê û rewşa hewayê hê ji seretaya wendabûna nûçegihanê me Abdulkadir Nîşancî xebatên lêgerînê di kordîneya Waliyê Bayburtê Alî Hamza Pehlivan û Waliyê Trabzonê Îsmaîl Ustaoglu de, ekîbên Fermandariya Asayişa Taybet a Komandoyên Cendirme (JOAK), Lêgerîn û Rizgarkirina Cendirmeyê (JAK), Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), ekîbên binavbûnê yê Rêveberiya Ewlekariya Rîzeyê Ekîba Rizgarkirina Medîkal a Navneteweyî (UMKE), Karûbarê Avê ya Dewletê (DSÎ), Rêveberiya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ), Rêveberiya Taybet a Wîlayetê, Xizmetguzariya Tendirustiya Acik a 112ê û Komeleya Lêgerîin û Rizgarkirinê (AKUT) ji her aliyê deverê ve xebatên lêgerînê dimeşinadin.

Di 8emîn roja xebatan de Ustçawîş Astsubayê Biqidem Mustafa Gidergelmez û Çawîşê Pişspor Eyup Kapaklikaya jî şehîd ketin û xemgîniya me li me zêde kir. Ekîbên ku tevî hemî dijwariyan xebatên xwe didomandin mixabin di roja 14emîn de gihiştin cesedê hevalê me."

Rêveberê Giştî yê AAyê Kazanci di peyama xwe de wiha jî got, "Rehma Xwedê li wan şehîdên me be ku di lêgerîna nûçegihanê me de wezîfedar bûn. Ez hêviya sebrê ji bo malbata birayê me Abdulkadir, hevjîna wî Çigdem xanimê û herwiha 2 keçên wî yên ku bi dû xwe de hişt, dixwazim. Herwiha spasiyê di serî de ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re ku ji roja pêşî dexebat dişopandin dikim. Herwiha spasiya Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî, Serokê Stratêjî û Bodceya Serokomariyê Nacî Agbal digel wezîfedarên xebatên lêgerînê dikim. Bila serê Ajansa me sax be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.