16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
BAYBURT
Li çayayê Kopê ku bilindahiya wê 2 hezar û 409 metreye û li ser guzergaha Bayburt-Erziromê ye Tunela Kopê tê vekirin. Hat ragihandin ku 5 hezar û 200 metreya Tunela Kopê ku dê Herêma Rojhilata Anadolûyê û Herêma Behra Reş bi hev re girê de, hat kolandin.
Waliyê Bayburtê Îsmaîl Ustaoglû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got kû di demeke nêz de dê Çiyayê Kopê bi tuneleke bê derbaskirin. Ustaoglu diyar kir ku di sala 2012an de dest bi kolandina tunelê kirine. Tunel ji du rêyên dirêjahiya wan 6 hezar û 500 metreyî pêk tên û dê bi temamî 13 kîlometre dirêj be. Ûstaoglû wiha dewam kir: "Heta niha 5 hezar û 200 kîlometre hatiye kolandin û ji sedî 40 temam bûye. Înşallah di sala 2019an de em ê dawiya tunelê bibînin."
Ustaoglu got ku malîyeta Tunela Kopê 700 milyon lire ye.
- "Zemîna nerm xebatê hêdî dike"
Ustaoglu diyar kir, erdê tunêla Çiyayê Kopê pir nerm e, ev jî dibe sedem ku xebat hêdî hêdî tên kirin.
Ustaoglu bal kişand, ji ber erdê nerm hin caran di nav 24 saetan da derbasbûna ji mêtreyekê jî zehmet e û wiha dewam kir:
"Car caran av dertê û hi caran makîneyên kar jî dide ber xwe. Ji ber ku ev av tê tehliyekirin û tevdîr tên hildan, kar dereng dimeşe. Ji ber ku erd nerm e em hin caran bihust bihust pêş dikevin. Li vê derê makîneyên teknollojiyê tên xebitandin, tevdît tên hildan."
Ustaoglu diyar kir, erd çi qas hişk be, karê ew qas zûtir li ber wan here.
Ustaoglu destnîşan kir, bi vekirina tunelê va Bernameya Navenda Cazîbeyê ya ku hikûmetê eşkere kir va herêm wê bêhtir bibe navenda cazîbeyê.
Ustaoglu diyar kir, dema ku di dawiya 2019an da tunêl hat temamkirin, wê ji aliyê guzergah va bibe cihekî girîng.