Tabyayên ku bi destê padîşahên Osmanî bi mebesta parastina bajêr û xelkê di tê de hatin çêkirin, şopên şerên Osmanî û Rûsan di xwe de dihewînin.
Bi taybetî piştî Siltan Ebdulmecîd û Ebdulazîz bi piranî tabyayên ku di dewra Padîşahê Osmanî Ebdulhemîdê 2yemîn de li Mecîdiye, Azîziye, Uzunahmet û Palandokena Erziromê hatin çêkirin, îro xizmetê didin hezkiriyên tûrîzm û tebîetê.
Serokê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturk Prof. Dr. Huseyîn Yurttaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku piraniya tabyayan ji ber ku guzergeha dijmin e li rojhilatê bajêr hatin avakirin.
Yurttaş bal kişand ku hin tabya ji hêla firehiyê va pir mezin in û wiha pê de çû: "Qeda tabyayekî 125 mêtro ye. Ango ji qeda stadekê jî mezintir e. Ji bo rêgirtina hêzên dijmin hatine çêkirin."
Yurttaş diyar kir ku çêkirina tabyayan dîrek bi çekên ku dikarin gule bikin re eleqedar e û wiha dewam kir: "Ji ber ku di serdemên berê de parastina bajaran bi sûran va dihat kirin."
Yurttaş diyar kir ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi taybetî jî li bajarên ku di bin talûkeya êrîşa dijmin de ne tabya hatine avakirin û wiha xeberda:
"Ji hêla dîroka Erziromê va tabya pir girîng in, meriv dikare bêje ku şahidên zindî yên Herba 93yan in. Wezareta Karûbarên Daristan û Avê xebateke ku tabyayan jî dihewîne dimeşîne. Yanê dê parkeke ku tabyayên Azîziye û Mecîdiyeyê bihewîne tê çêkirin. Ango dê wekî Nenehatun Parka Milî were nirxandin. Her wekî li Çanakaleyê dê ev tabya wekî serpêhatiya Şerê Osmanî-Rûs Herba 93yan were nirxandin."