22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ERZURUM (AA) - Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî germ di bin sifirê da 22 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolijiyê, tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewayê ewrsayî û sayî be. Dibe ku serê sibê û bi şev qerm çêbe û cemed bikeve, cî bi cî mij û dûman were.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo qerm û cemedê hişyarî dan welatiyan ku bila baldar bin.
Li herêmê bi şev hewaya herî germ di bin sifrê da li Erdexanê 22 pile, li Qersê 13 pile, li Agiriyê 7, Erziromê 6 pile, li Erzincanê 5 pile, û li Îdirê jî 2 pile hat pîvandin.
Günün en yüksek sıcaklıklarının ise Ardahan'da sıfırın altında 5, Kars'ta 1, Erzurum'da 3, Ağrı'da 5, Erzincan ve Iğdır'da 8 derece olması bekleniyor.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde wê di bin sifrê da li Erdexanê 5 pile, li Qersê 1 pile, li Erziromê 3 pile, li Agiriyê 5 pile, li Erzincanê û Îdirê jî 8 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Qersê santêmek, li Erziromê 2 santêm, li Erdexanê jî 16 santêm hat pîvandin.