Cotkarên biehram ên Erziromê bi koparatîfa ku ava kirine hilberînê dikin

Erzurum
Li Erziromê endamên koperatîfa temamê wê jinan pêk tê, ehrama cila herêmî li xwe dikin û hilberîna çandiniyê dikim.
Koperatîfa Geşepêdanê ya Yigitpinari, Taşkaynak, Ovenlerê ku sala 2023yan ji aliyê 31 jinên xelkê taxên gundewar Yigitpinar, Taşkaynak û Ovenlerê yên ser bi navçeya Pasînê dijîn, hat damezrandin.
Kooperatîfê di çarçoveya Bernameya IPARD III da ku ji hêla Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê va bi hevbeşî tê fînansekirin û ji hêla Saziya Piştgiriya Çandinî û Geşepêdana Gundewarî, ya girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanan va tê meşandin, 16,milyon û 600 lire û di çarçoveya projeyên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê de 4 milyon û 500 lire piştgirî wergirt.
Bi piştgiriyê, ji bo kooperatîfê ji makîneyên perçiqandina xwarinê bigire heya makîneyên şîrdanê, ji rêmorkan bigire heya makîneyên balyakirinê, bi tevahî 88 parçe alavên çandiniyê hatin kirîn.
Endamên koperatîfa ku hemû jin in, bi piştgiriya ku distînin, di çandiniyê da hilberîna dikin. Endamên koperatîfê, ku şîr û berhemên şîr ên organîk jî hildiberînin, bi firotina berhemên xwe bo cihên peymankirî, qezencê bi dest dixin.
Seroka Kooperatîfê Hulya Akyildirimê ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan digel jinên ji 3 gundan bi hev ra koperatîf ava kiriye û gelek piştgirî wergirtine.
Akyildirimê diyar kir ku ew di nava erdan da beşdarî berhevkirina gulberoj, kartol û ceh bûne û berhemên şîr jî amade dikin û got, "Em ehramên xwe li xwe dikin û hemû karên xwe bi wan dikin. Ev cil û bergên herêma me ne. Em her ku diçin, em van li xwe dikin. Em bi van cil û bergan diçin meşê, diçin nava baxçeyan, nav erdan, diçin embarê."
Keça Akyildirimê Melisa Akyildirimê got ku ew wekî endama koperatîfê dixebite û dixwaze di warê ajeldariyê da jî da bixebite.
Filiz Korkmazê jî diyar kir ku ew ji ber karê xwe pir kêfxweş e û got ku berê ew li malê bêzar dibûn lê niha rojên wan pir bi mijûlî derbas dibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.