Çand û huner

Xelatên Oscarê yên 98emîn hatin belavkirin

Ecem Şahinli Ögüç  | 16.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Xelatên Oscarê yên 98emîn hatin belavkirin

Ankara

Xwediyên Xelatên Akademiyê yên 98emîn ên wekî "Xelatên Oscarê" jî tê zanîn û di dinyayê da wekî xelatên herî bi prestîj tên nîşandan, diyar bûn.

Merasîma Xelatên Oscarê yên ku îsal cara 98emîn tê lidarxistin, li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesa bajarê Amerîkayê çêbû.

Pêşkeşvaniya merasimê komedyen Conan O'Brîen kir.

Di merasimê da xelata "Fîlma Herî Baş" fîlma "One Battle After Another" a ku di 13 qadan da namzet hatibû nîşandan, qezenc kir.

Xelata "Derhenerê Herî Baş" jî derhêner Paul Thomas Anderson qezenc kir.

Lîstikvanê fîlma "One Battle After Another" Sean Penn, xelata "Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş" hilda.

Senarîst û derhênerê fîlma "Sinners" Ryan Cooglerê ku di 16 qadan da wekî namzed hatibû nîşandan xelata "Senaryoya Resen a Herî Baş" hilda. Lîstikvanê sereke yê fîlmê Michael B. Jordan jî xelata "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" qezenc kir.

Lîstikvanê Îspanyol Javîer Bardem dema ku xelata "Fîlma Herî Baş a di Zimanê Biyanî da" pêşkêş kir, di axaftina xwe ya li ser dikê da dirûşmeya "Ji şer ra na û Filistîna Azad" berz kir.

Gotinên Bardem ji aliyê temaşevanan va hatin pejirandin û wan demeke dirêj çepik lêdan.

Kategorîyên xelatên herî pêş û xwediyên wan wiha hatin rêzkirin:

Fîlma Herî Baş: "One Battle After Another"

Derhênerê Herî Baş: Paul Thomas Anderson - "One Battle After Another"

Lîstikvana Jin a Herî Baş: Amy Madigan - "Weapons"

Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş: Sean Penn - "One Battle After Another"

Senaryoya Resen a Herî Baş: Ryan Coogler - "Sinners"

Strana Resen a Herî Baş: "Golden" - "KPop Demon Hunters"

Sînematografiya Herî Baş: "Sinners"

Efekta Dîtbarî ya Herî Baş: "Avatar: Fire and Ash"

Anîmasyona Herî Baş: "KPop Demon Hunters"

Fîlma Herî Baş a di Zimanê Biyanî da: "Sentimental Value"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın