Li bajarê Iraqê yê Silêmaniyê bi edetê rengîn Qendîla Beratê hat pîrozkirin
Ankara
Li bajarê Iraqê yê Silêmaniyê di çalakiya Qendîla Beratê da ya ku edetekî kevn e, wekî eydan zarok mal bi mal geriyan û şekir kom kirin.
Li Taxa Tuy Melîk a Silêmaniyê îsal jî kevneşopiya Qendîla Beratê hat domandin.
Di şeva beratê da şêniyên taxê pêşiya malan xemilandin û li benda zarokan man.
Zarokan rahiştin çente yan jî poşetan û mal bi mal geriyan, ji ser maseyên li ber malan ji xwe ra şekir hildan.
Şekirkomkirina zarokên ku kincên xwe yên herî bedew li xwe kirin, dîmenên cuda derxistin holê.
Ji aliyekî din va jî li bajêr mezin hatin cem hev û kom bi kom meşiyan û her wiha ji bo Qendîla Beratê îlahî gotin.
Şêniyên Taxa Tuy Melîk jî kom bûn, edetê xwe domandin û li defê dan û her wiha îlahî xwendin û bi wî awayî Qendîla Beratê îdrak kirin.
Bi dû ra şekir û diyarî li zarokan hatin belakirin.
Ev kevneşopiya rengîn û bi coş ya ku vedigere zemanên berê, li Silêmaniyê tê domandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
