ANKARA
Peqleweya ku bi navê Dîlokê meşhûr bû, di hêla tescîlkirinê de bi Yewnanistanê re li ser nîqaş çêbûbûn. Lê vê gavê ev nîqaş kêm û zêde hel bûn. Di nav Tirkiye û Yewnanistanê de ji bo tescîl û xwedîlêderketina hin tiştan nîqaş derketibûn, ji wan yê ku herî zêde derdikeve pêş jî peqleweya Dîlokê bû.
Serlêdana Odeya Pîşesaziyê ya Gazîantepê ya 2009an ya Komîsyona Ewropayê ya der barê tescîlkirina peqlewê de hat erêkirin. Piştî serlêdanê, lêkolîna Komîsyonê 4 sal dewam kir. Di encama lêkolînê de Komîsyonê bersiveke erênî da û belgeya serlêdana fermî ya der barê 'Peqlewa Entabê' de di Rojnameya YEyê ya Fermî de belav kir.
Sergotûbêj û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş der barê mijarê de axivî û got: ''Me piştî serlêdana Odeya Pîşesaziyê ya Gazîantepê pêvajoyê teqîb kir. Ji bo tescîlkirina peqleweyê gaveke girîng hat avêtin.''