Bajarê ku bi tehmên xwe yên xas bala mirovan dikşîne, di Meha Remezanê de jî pir qelebalix e. Bi taybetî di paşîvê de bajar qelebalix dibe. Nîvê şevê germahî dişkê û bajar hêniktir dibe. Welatî derdikevin derve û kolanên bajêr şên dibin. Gel li kafe, restorant û kebabfiroşan paşîva xwe dixwin.
Entabî piştî xwarina kebaban, bi gelemperî diçin kunefefiroş û peqlewafiroşan, şêraniyê dixwin.
Gokhan Înciyê ku li herêmê kebabfiroşiyê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew tenê di paşîvê de nêzî 200 kîloyî goşt difroşin.
Încî got ku gelê herêmê ji goştê biraştî hez dike, di paşîve de jî tên goşt dixwin. Her wiha carinan turîstên ku tên herêmê jî di paşîvê de tên kebabê dixwin.
Welatiyên ku di paşîvê de kebabê dixwun jî gotin ku tehm û çêja kebaba ku di paşîvê de tê çêkirin, cuda ye.