DIYARBAKIR
Serhat Çagdaş- Kebaba Cîgeran a ku yek ji xwarinên herî navdar ên Diyarbekirê ye, hem ji aliyê gelê herêmê ve hem jî ji aliyê tûrîstên herêmî û biyanî yên ku tên herêmê ve rojê sê danan tê xwarin.
Kebab li bajêr di dezgehên ku her roj jimara wan zêde dibin de tên amadekirin û bi zergetavên rojê re tê pehtin. Bêhn û dûxana ku ji kebabê radibe avê bi devên kesên ku tehma cîgerê nas dikin, dixe.
Kebaba cîgeran bi seleteya pîvazan, şînahî û dew re tê xwarin û biçûk mezin her kes jê gelekî hez dike.
Mehmet Cengîzê (65) ku ev 41 sal in li Diyarbekirê kebaba cîgeran çêdike daxuyanî da nûçegihanên AAyê û diyar kir ku ji bo kebabê cîgerên berxên ku rojane tên şerjêkirin, bi kar tînin û da zanîn ku tu carî xwarinek din nafroşin.
Cengîzî got ku her kes nikare kebaba cîgeran çêke û wiha axivî: "Berî her tiştî divê cîgerê baş paqij bikin. Her wiha divê cîger di heman rojê de bê xwarin. Heke wisa nebe xwîn bi cîgerê dikeve û tehma wê xira dibe. Hûrkirin û li şîşêxistina cîgerê jî meziyeteke mezin e. Her wiha dûvê ku em dixin nav cîgerê jî tehma kebabê xweştir dike. Cîger divê ne zêde û ne jî kêm bipijin. Em li gor daxwazê beriya pehtinê îsot û xwê jî li cîgerê dikin. Cîgerên ku pijiyan bi nanê loş tê serwîskirin."