Jiyan

Li Sêrtê kebaba buryanê sifreyên fitarê dixemilîne

Hostayê buryanê Murat Kayaalp: "Di meha remezanê da buryan hê zêdetir tê xwarin. Ji Gazîentab, Diyarbekir, Meletî û bajarên din jî sipariş tên."

Fecri Barlık  | 21.04.2021 - Rojanekırın : 22.04.2021
Li Sêrtê kebaba buryanê sifreyên fitarê dixemilîne

Siirt

 Li Sêrtê kebaba buryanê ya di tendûrê da tê çêkirin sifreyên fitarê dixemilîne.

Saziya Patent û Markayê ya Tirkan 18 sal berê buryan tescîl kir.

Kebaba buryanê serê sibê hê roj dernakeve tê xwarin, lê ji ber ku meha remezanê ye û şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) heye xwaringeh buryanê bi pakêtên servîsê va dibin malan.

- "Ji bajarên din jî sipariş tên"

Hostayê buryanê Murat Kayaalp ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Sêrtê buryan pir navdar e û her tim tê xwarin.

Kayaalp got buryan bi goştê berxan va di hundirê tendûrên qasî 3 mêtro kûr da tê çêkirin.

Kayaalp anî ziman di şewba vîrusa koronayê da gelek kes siparişê didin, ew bi siparişan ra nagîhînin û wiha axivî: "Ji bilî Sêrtê ji bajarên din jî sipariş tên. Di meha remezanê da buryan hê zêdetir tê xwarin. Ji Gazîentab, Diyarbekir, Meletî û bajarên din jî sipariş tên."

- "Bila her kes bê û bixwe"

Ji mişteriyan Necmettîn Firat got ew di meha remezanê da buryanê dixwin û wiha axivî: "Tehma wê pir xweş e. Beriya remezanê serê sibê dihat xwarin, lê ji ber remezanê em niha di fitarê da dixwîn."

Zekeriya Ekîn jî got ew di remezanê da vê xwarinê ji sifreya xwe kêm nakin û wiha dewam kir: "Ev kebab xwarina me ya herêmî ya navdar e. Ji bo vê xwarinê bixwin meriv ji dervayî bajêr tên. Ez her kesî vedixwînim bila bên tehma wê binihêrin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın