27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
GAZÎANTEP
Li Gazîentaba ku ji hêla xwarin û xurekê va dewlemend e, "çomê (durim) nokan" ku xwarineke herêmî ye eleqeyeke mezin nîşan didine û ji kebaban ra dibe reqîb.
Li Gazîentabê di demên dawîn da welatî eleqeyeke mezin nîşanî çomê nokan didin.
Nokên ku bi şev dikin nav avê di nav rojê da bi hestî yan jî ava goşt, xwê û filfilê tevlihev dikin û di qûşxaneya bidûdik da dipêjin. Peyra dikin nav nanê lavaş û bi kevçî didewxînin û seleteyê dikin navê.
Li Gazîentabê di serî da xwendekar eleqeyeke mezin nîşanî çomê nokan didin. Bi taybetî nîvro li ciyên ku çomê nokan tê çêkirin, qerebalix çêdibe.
Tûrîstên xwemalî û biyanî yên ku tên Gazîentabê jî eleqeyeke mezin nîşanî çomê nokan didin.
Ahmet Kesenê ku hosteyê çomê nokan e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber ku xweş e, baş e û erzan e eleqeyeke mezin ji bo çomê nokan heye. Wek mayîn hezma vê xwarinê jî rehet e."
Kesen diyar kir ku rojek berê çêkirina vê xwarinê dest pê dike û wiha xeberda: "Pêşiyê nokan dikin avê. Şeveqê nokan dişon û ji hev diqetînin. Peyra dikin qazanan. Teqrîben di seetekê da çêdibe. Di nav rojê da em nokan dikin qûşxaneyên bidûdik û hey lê zêde dikin. Bi vî awayî jî nok taze dimînin. Heta êvarê ev wiha dewam dike."
Kesen destnîşan kir ku eleqeyeke mezin ji bo vê xwarinê heye û wiha got: "Hin kes tûj dixwazin hin kes jî naxwazin. Lê ji ber ku xelkê Gazîentabê ji tûjiyê hez dikin, bi piranî çomê nokan tûj tê çêkirin."
Ji welatiyan Îsmet Çoşkun destnîşan kir ku çomê nokan ji bo tenduristiyê baş e û got ji ber vê jî em zehf dixwin.
Çoşkun diyar kir ku di demên dawîn da goşt biha dibe û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî em hêdî hêdî dev ji kebaban berdidin û çomê nokan dixwin."
Osman Yilmaz jî diyar kir ku ji zarokatiyê da çomê nokan dixwe û wiha got: "Di nav hefteyê da 2-3 caran çomê nokan dixwim."