Ciwanên taxa Sursura Elazigê di paşîvê de li ber kesên ku defê dixin digrin. Ciwan dixwazin ku li gor daxwaza wan defvan defê bixe û pişt re govendê digrin.
Kesên ku dicivin govendê digrin, kêf û coşê dikin û pişt re vedigerin malên xwe ku paşîva xwe bixwin.
Mixtarê taxa Sursurê Abdulkerîm Sariaydin ji rojnamevanan re got ku dema meha remezanê di havînê de be ciwan şahiyên wiha li dar dixin û kêf dikin.
Vural Baygeldiyê ku li taxê dijî jî got ku berê van çalakiyan ji fitarê dest pê dikir heta paşîvê dewam dikir, lê di nav demê de hêdî hêdî hatin jibîrkirin.