ELAZIG
Li Elazigê kadîneke ku di ser re xeta cêyranê derbas dibe şewitî û ji ber şewatê cêyrana 20 gundî hat birîn.
Li gundê Sariçubuka girêdayî navendê li kadîna çewligeke dewaran de ji ber sedemekî ku nayê zanîn şewat derket.
Agirkujên Şaredariya Elazigê şewatê vemirandin.
Di kadînê de bi qasî 500 tonî ka hebû û ji ser kadînê re xeta cêyranê derbas dibû. Ji bo tevdîrê xeta cêyranê ya ku ji ser kadînê re derbas dibe hat birîn û ji ber vê yekê demeke dirêj nekarin cêyranê bidin navçeyên Agin û Kebanê û 20 gundên girêdayî navendê.