MARDÎN
Li navçeyên Kiziltepe û Derîkê xwepêşandana ku komeke cotyaran a ji ber birîna cêyranê li hin cihên rêbeja Mêrdîn û Şanliûrfayê berdewam dike. Komê bergirî danîn li ser rê û nehiştin ku wesayît derbas bibin û zirarê dan hin wesayîtan.
Komeke cotyarên îdia dikin ku ji ber birîna cêyranê nikarin berên xwe yên di zeviyê de av bidin û ji ber vê yekê jî berên wan hişk dibin, xwepêşandanên xwe yên rêgirtinê berdewam dikin. Cotyar bergiriyan datînin hin cihên rêbeja Mêrdîn û Şanliûrfayê û nahêlin ku wesayît ji wir re derbas bibin.
Jendirmeyan hişyariya "belav bin" da komê û li ser vê yekê jî komê kevir avêtin jendirmeyan. Bi gaza îsotê û ava bi tazyîk mudaxaleyê cotyaran kirin. Cotyar piştî mudaxaleyê dîsa kom bûn û xwepêşandana xwe berdewam kirin û zirarê dan hin wesayîtan.
Waliyê Mêrdînê Mustafa Taşkesen daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û diyar kir ku di xwepêşandanan de provokasyon tên kirin û got ku "Li Kiziltepe û Derîkê zirarê dan tirekî û şebekeyên cêyranê. Welatiyên me divê li hember provokasyonan hesas bin. Em hêvî dikin ku guh nedin tehrîkan. Em naxwazin ku tu kes zirarê bibîne."
-Sultan Kosem jî piştgirî da xwepêşandanê
Sultan Kosemê mêrdînî yê ku bi bejna xwe yê bi qasî 2 metro û 51 santîmetroyê mirovê herî dirêj ê cîhanê ye jî piştgirî da xwepêşandanê. Kosem got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ji rayedaran arîkariyê dixwazin.