MARDÎN
Qada şahiyê û konê fitarê ya ku ji hêla Qeymeqamtiya Kiziltepeyê, Komeleya Kîmse Yok Mu, Komeleya Perwerdeyê ya Îpekyoluyê û Başakder ve hat avakirin, navçê şên kir.
Malbat di şahiyên ku heya saet 12an didomin de bêhna xwe vedidin û bicoş wextê xwe derbas dikin. Zarok jî di parkên ku ji bo wan hatine amadekirin de dilîzin û beşdarî rapêşiyên ku ji bo wan hatine amadekirin dibin.
Li panayîrê çalakiyên wek konserên neyê û îlahiyan, rapêşiyên semayê, skeç, ji listîkên herêmî ji kûkla, aşiq maşûq û hecîwat û qeregoz cî digirin. Digel şahiyan di konê fitarê de her roj xwarina fitarê didin nêzî hezar kesî. Welatiyên feqîr û penaberên Surî rojiya xwe li konê fitarê vedikin.