20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê cîpek li taxa Bakirkoyê bi metrobusekî ve li hev qelibî. Di qezayê de jê yek giran 5 kes birîndar bûn.
Piştî qezayê ambulans û polês hatin cihê bûyerê. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê.
Cîpa ku plaqeya wê 34 NYZ 89 ji rê hat derxistin û ji bo ku metrobusa ku plaqeya wê 34 TN 5828 bû jî ji rê bê derxistin xebat dewam dikin.
Ji ber qezayê trafîk çêbû û di navbera Cevîzlîbag û Avcilarê de gelek kes benda metrobusê ne ku rê bê vekirin û ew herin kar û barên xwe.