VAN
Giravên Adir û Çapanakê yên li Gola Wanê jîngeha gelek sewalan e. Lê di demên dawî de gelek qaqlîbaz mirin. Piştî mirina qaqlîbaza Miduriyeta Şaxa Wanê ya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê digel Zaningeha Yuzuncu Yilê û peywirdarên Navenda Rehabîlîtasyan û Parastina Sewalên Kovî dest bi xebatan kirin.
Zanyaran ji bo ku lêkolînan bikin ji qaqlîbazên mirî mînakên xwîn û raçîneyê girtin. Li gor encama lêkolînê sedema mirina qaqlîbazan germayiya zêde û birçîbûn e. Ji bo bêhn û dîmena nexweş ji holê rakin termên qaqlîbaza bin erd kirin.
Gerînendeyê Şaxa Wanê yê Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê Yunus Bakici diyar kir ku li giravê gelek qaqlîbaz mirine, nêzikî mehek berê li ser îxbara welatiyan me dest bi şopandina mirina qaqlîbazan kir.
Bakici da zanîn ku li Nawenda Rehabîlîtasyan û Parastina Sewalên Kovî ya Zaningeha Yuzuncu Yilê li ser mînakên ku ji sewalên mirî û nexweş hatine girtin lêkolîn kirin. Bakici diyar kir ku di encama lêkolînê de rastê nexweşîyên şofî nehatine.
Bakici bal kişand ser meznehiya populasyona qaqlîbaza û wiha dirêjî da axavtina xwe: ''Qaklîbaz ji bo zayînê cihê wiha ji mirovan dûr hildijbêrin. Li giravê gelek qaqlîbaz hene yên ku mirin ji sedî dudu ne. Sedama mirinê jî germayiya zêde û birçîbûn e.''
Gerînendeyê Navenda Rehabîlîtasyan û Parastina Sewalên Kovî ya Zaningeha Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Lokman Aslan diyar kir ku tenê li girava Adirê di navbera 150-200î de hêlîn hene û da zanîn ku sedema mirinê germayî û birçîbûn e û lêkolîn dewam dikin.