MARDÎN
Birêvebirên Rêxistina Navçeya Kiziltepeya BDPê, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Arîkarên Şaredar Şemsettîn Sulhan û Burhan Kurhan, endamên meclisa şaredariyê, Kurdî-Der, Meyader, Maday-Der, Tuhad-Der, Çalaksazên Însiyatifa Dayikên Aştiyê, Navenda Jinan Nûda, Navenda Etûdê Mehmet Yalçin, hevbirên KESK û DÎSKê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa Kurdî-Dera Kiziltepeyê Xelîl Kuzu di çalakiyê de axivî û wiha got: "Di serî de kurdên Tirkiye û Mezopotamyayê kurdên li her derê dinyayê ji bo li hember polîtîkayên red û pişaftinê bisekinin divê zimanê xwe yê zikmakî biparêzin û bi zimanê xwe biaxivin û li ser ziman perwerdeyê bibîbin. Armanca vê kampanyayê dê berê polîtîkayên pişaftinê yên ku pergalê ji xwe re kiriye amanc, bigire. Em ji gelê kurd û cîwanan tika dikin ku piştgiriyê bidin van kampanyayan. Heke cîwanên kurd ne bi zimanên biyanî ku li dibistanan hîn bûne, lê belê bi zimanê xwe biaxivin, ev yek ji bo me serfiraziya herî mezin e."
Kuzu îdia kir ku li ser kurdî polîtikayên red û pişaftinê hene. Kuzu got ku polîtîkayên red û asîmîlasyona li ser Kurdî ne tenê li Mezopotamyayê ji bo kurdên li her derê derbasdar e.
Dersa kurdî ya di çalakiyê de hat dayin eleqeyek mezin ji zarokan dît. Piştî daxuyaniyê danîşana sînevîzyonê çêbû û çalakî bi dawî bû.