Gelê Şanliurfayê yên ku mazûvaniyê hez dikin, di meha remezanê de xwarinên herî xweş ji bo mêvanan amade dikin. Li bajêr herî zêde xwarinên goşt û çîg tê çêkirin.
Xwarina boranî ya ku bi goşt, pincar, nok, savar û fêkiyên din ve tê amadekirin û bi sîrmast ve tê xwarin jî xwarineke taybet e.
Ji bilî vê kebaba kezeban, lehmecûn, kiftê navtijî û kebab jî xwarinên girîng in û li ser sifreyan tên xwarin.
- Şerbeta meyanê hênik dike
Di sifreyên fitarê de gel ji bo ku hênik bibe ava sûsê vedixwe. Ev av ji bo gelek nexweşiyan û gurcikan şifa ye û di germa havînê de tîbûna mirovan dişkêne.
Li Şanliurfayê li ser sifrê saleteya jê re dibêjin bostana, girara dew (mehîr) û cacix jî xwarinên meqbûl in. Piştî xwarinê şêraniya şillikê û şêraniya kunciyan pêşkeşî mevanan dibe. Li gor pisporan jî ev şêranî zêde ne giran in, xwarina van ne zirar e.
Gelê herêmê piştî hemû xwarin û vexwarinê qehweya kizwanê (melengîç) û mirrayê vedixwin.