Dinya

ÎHHyê li Hewlêrê xwarina fitarê da malbatên Mûsilî

Weqfa Alîkariya Însanî, fitar da 500 malbatên li Kampa Penaberan a Dîbegeyê ya li Hewlêrê

Fatih Gazioğlu  | 24.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
ÎHHyê li Hewlêrê xwarina fitarê da malbatên Mûsilî

Arbil

HEWLÊR 

Hat ragihandin ku Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) fitar da 500 malbatên li Kampa Penaberan a Dîbegeyê ya li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê.

Berpirsiyarê Tîma Alîkariyê ya ÎHHyê Mûhammed Yusif Ozcan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi wesîleya meha Remezanê wan şîva germ belavî 500 malbatan kir.

Ozcan destnîşan kir ku heta ku meha Remezanê diqede ÎHH wê wilayetên Hewlêr, Mûsil, Silêmanî û Kerkûkê alîkariyên xwe bê navber bidomînin.

Ozcan diyar kir ew ê heta dawiya meha Remezanê alîkariya xwarinê bidin nêzî 3 hezar û 800 malbatî û dîsa wê fitarê jî bidine 7 hezar û 800 malbatî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın