Serokê Meclisa Iraqê Ûsame en-Nuceyfî, ji bo li herêmê ewlehî û aştî pêk bê, ragihand ku ji Peymana Aştiya Civakî vekişiya ye.
Nûceyfî daxuyaniya çapemeniyê da û got: "Serokwezîr Nûrî el-Malikî ji roja ewil vir ve ji peymanê re rêz negirt, hevkarî nekir, ji ber vê ez ji peymanê vedikişim. Lewra artêş bi gel re cengê dike. Serokê Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê Ammar el-Hakim û Serokê Giştiyê Partiya Îslamî Îyad es-Samerraî jî di nav de peymana hevkariyê îmze kirin."
Nûceyfî, got ku ji bo pirsgirêk mezintir nebe û artêşa Iraqê ji bajaran vekişe hewl didin. Ji bo vê bi hêzên neteweyî û navneteweyî re danûstendinê dikim û ez bawer im di demeke kurt de, dê persgirêk çareser bibe.
Di vê navberê de, ji "Bloka Mûttehîdûn" ya ku serokê wê Nûceyfî ye 44 parlementeran îstifa kir. Parlementeran da zanîn ku hêzên ewlehiyê mudaxeleyê xwepêşanên Enbarê kir û wan ji bo protestokirinê îstifa kir.
Berdevkê Blokê Zafîr el-Anî, daxuyaniya çapemeniyê da û got: "Hêzên ewlehiyê mudaxeleyî xwepêşandanan kir, ji ber vê me daxwaznameyên îstifayê pêşkêşî Nûceyfiyê Serokê Meclisê kir.