Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nifûs di 3 salên dawîn de ji 2,6 zêde bû û bû 316 milyon.
Li gor rapora ku şaxa lêkolîna nifûs CENSÛSê ya DYAyê belav kir nifûsa welêt di 2010an de 308 milyon bû û di nav sê salan de 8 milyon zêde bû û bû 316 milyon.
Di raporê de hat diyarkirin ku Calîfornîa bi 38,3 milyon nifûsî ve di rêza yekem de ye, Teksas bi 26,4 milyonî duyemîn, New York jî bi 19 milyonan ve di rêza sêyemîn de ye.