Berdevkê Daraza Îranê Gûlam Huseyîn Mûhsinî Ejeyî da zanîn ku karsaz Babek Zencaniyê ku der barê wî de sûcdarkirinên gendeliyê hene, hat girtin.
Ejeyî di daxuyaniya xwe ya da ajansa nûçeyan a farsan de got ku "Babek Zencaniyê ku van hefteyan der barê wî de giliyên gendeliyê hene, hat binçavkirin."
Hefteya borî ji parlementoya Îranê 12 parlementeran ji serokên rêzikdanîn, birêvebirin û daraza welêt re name şandin û xwestin ku der barê Zencanî de lêpirsîna gendeliyê bê vekirin.
Lêkolînên li ser dosyeyên der barê avakirina navenda danûsitandinê ya bi navê Îran Zemîn, dahatên ku Zencanî ji firotina neftê bi dest xistiye û mal û milkê Zencanî yê niha, berdewam dikin. Karsazê îranî Babek Zencanî xwedî û serokê Soînet Holdingê ye. Zencanî ji ber ku kirdariyên neftê yê ku DYA û YEyê ji bo îranê danîbûn binpê kiribû, navê wî ketibû lîsteya reş. Tê îdiakirin ku Zencanî dahatên ji firotina nefta Îranê bi dest xistibû wekî zêr derbasî welêt kir.