Dinya

Li Iraqê ji ber bahoza qûmê perwerde rawestiya

Haydar Karaalp  | 16.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Li Iraqê ji ber bahoza qûmê perwerde rawestiya

Baghdad

 Li Iraqê ji ber bahoza gur a qûmê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.

Paytext Bexda di serî da, bahoza qûmê ya ku ber destê sibehê dest pê kir, li gelek bajarî tesîra xwe nîşan da. Bi dehan kesên rîska xeniqînê derbas kirin, rakirin nexweşxaneyan.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê da hat diyarkirin, ji ber bahoza qûmê ya gur a li seranserî welêt, dibistan îro hatin tetîlkirin.

Li Iraqê ji ber bahoza qûmê seferên balafiran sekinîn

Ji ber ku li Iraqê bahoza qûmê rabûye, seferên balafiran ên Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî û Balafirgeha Necefê dan sekinandin.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê, ji ber ku li tevahiya welêt bahoza qûmê rabûye, hemû seferên Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî û Balafirgeha Necefê hatin betalkirin.

Serê sibehê li rojavayê Iraqê bahoza qûmê rabû û di demeke kin da gihîşt paytext Bexda û bajarên din.

Li tevahiya welêt bi dehan kesan talûkeya fetisînê derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyan. Dibistan hatin tetîlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın