Hamdi Yıldız
16 Gulan 2022•Rojanekirin: 17 Gulan 2022
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz (86) ku ji bo hin tedqîqên tibî û tedawiyê di nexweşxaneyê da dima, hat tabûrcîkirin.
Ji Dîwana Qraliyetê daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat gotin ku piştî tedqîqên tibî, tedawî û qencbûnê Qral Selman ji nexweşxaneyê tabûrcî bû.
Di 8ê gulanê da li bajarê Cîddeyê Qral Selman biribûn Nexweşxaneya Pisporan a Qral Faysal û kolonoskopî kiribû. Hatibû gotin ku encamên tedqîqan paqij derketin, lê Qral Selman wê ji bo îstirahetê demekê di nexweşxaneyê da bimîne.