Orhan Pehlül
03 Îlon 2026•Rojanekirin: 03 Îlon 2026
Li Adiyemanê kandêlkirina tiriyê Besniyê dest pê kir ku berhemekî bajêr ê tescîlkirî ye û wekî "tiriyê Pêxemberan" jî tê zanîn.
Tiriyê ku li navçeyên Besnî û Golbaşiyê hêşîn dibe û bêtir wekî mewûj tê bikaranîn, dahateke sereke ya hilberînerên herêmê ye.
Wêne : Orhan Pehlül/AAHilberînerên ku ji ber şexteya par zirar dîtibûn, îsal kêfxweş in ku ber û berhemdariya îsal ji par baştir e.
Ayhan Ulakçiyê Mixtarê gundê Çorakê ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku ji tiriyan ew îsal li benda rekolteyeke baştir in.
Wêne : Orhan Pehlül/AAUlakçi bal kişand ku tiriyê Besniyê tameke taybet a navçeyê ye û destnîşan kir ku ev berhem tenê li deverên diyar tê çandin.
Ulakçi destnîşan kir ku par ji ber şexteyê wan gelekî zirar kir lê îsal ber û berhemdarî pir baştir e.
Cafer Ulakçiyê ku nêzî 40 salan e hilberîneriya tiriyan dike jî diyar kir ku îsal berhemdarî baş e lêbelê di mijara firotinê da pirsgirêka wan heye.
Hilberîner Mehmet Salman jî diyar kir ku tiriyê Besniyê xwedî tam û aromayeke taybet e û di vê demsalê da berhemdariya rezên wî, zêde ye.