Dinya

Fînlandiyayê biryar da ku serî li endametiya NATOyê bide

Büşra Selvi Öğütcen  | 15.05.2022 - Rojanekırın : 16.05.2022
Fînlandiyayê biryar da ku serî li endametiya NATOyê bide

Ankara

Hikûmeta Fînlandiyayê ragihand ku wan biryara serîlêdana endametiya NATOyê da.

Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto û Serokwezîr Sanna Marinê di civîna hevbeş da eşkere kirin, Niinisto û Komîteya Wezareta Polîtîkayên Derva û Ewlekariyê serîlêdana welêt a endametiya NATOyê pejirand.

Serokomar Niinisto ji bo pirsa Serokomar Recep Tayyip Erdogan di mijara endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê da xwedî nêrîneke erênê nîne, got ku ew amade ne digel Serokomar Erdogan hevdîtinê bikin.

Niinisto bal kişand, ew heyirî man ku Tirkiye neyînî li endametiya Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê dinihêre û wiha got, "Niha pêwîstiya me bi bersiveke pir net heye. Ez amade me digel Serokomar Erdogan li ser pirsgirêkên ku anîn rojevê hevdîtineke nû bikim."

Tê pêşbînîkirin ku parlamentoya Fînlandiyayê dê sibê biryara serîlêdana NATOyê pesend bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın