Li Iraqê ji bo şehîdkirina Hz. Huseyîn û 72 hevalên wî yên li Kerbelayê, merasimên bîranînê dest pê kirin.
Ji bo ku di merasîman de êrîşên terorê neyên kirin, hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevdîr hildan. Bi taybetî li herêma Kazimiyeyê ya ku şiî li wir şînê dikin tevdîr zêdetir hatin hildan. Gel û wesayît tên sekinandin û pişt re lêgerîn tên kirin.
Li Bexdayê hema hema li her kuçeyê xwarinên taybet ên eşûreyê tên çêkirin û li gel tên belavkirin.
Her çiqas li Bexdayê pirsgirêka ewlehîyê hebe û di nav 3 rojan de êrîş li konvoya şiiyan bê kirin jî merasîm nayên betalkirin.
Him şiî û him jî derveyî welêt wek ji Îran, Lûbnan, Hîndistan, Pakîstan û welatên din gelek kes ji bo ku şînê bikin û beşdarî merasiman bibin tên Kerbelayê û Necefê.
Tîmên Wezareta Tenduristiyê yên Iraqê jî ambulans û timên tenduristiyê ve ji bo rewşên acîl amade ne.
Qebra Hz. Huseyîn li Kerbelayê ye. Li gor şiiyên Iraqê 10ê muharremê roja sêşemê yanî sibê ye û ji ber vê sibê li Kerbaleyê zêdetir çalakî dê bên lidarxistin.
Yên beşdarî çalakiyên Eşûreyê dibin dibêjin "Heyder Heyder" li singê xwe dixin. Hinek ji wan bi zincîran pişta xwe, hinek jî bi xençer û kêran ve serê xwe dixin û hezkirina xwe ya Hz. Huseyîn wisa didin nîşan.
- "Bûyerên tundiyê"
Ji hêla din ji ber şîna Kerbelayê li welêt êrîş zêde bûn. Di nav 3 rojan de li Bexdayê gelek êrîşên terorê hatin kirin û di van êrîşan de bi dehan kes mirin. Lê dîsa jî şiî dev ji îbadetên xwe bernadin û cihên ji bo wan pîroz e îbadetên xwe dikin.