Abdullah Tel
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
ANKARA
Artêşa Koreya Başûr diyar kir ku ji aliyê Pyongyang paytexta Koreya Bakur va moşekeke ku hej cûreya wê "nediyarkiriye" hat avêtin.
Li gor ajansa nûçeyan a Yonhapê Serokatiya Sererkaniya Koreya Başûr daxuyanî weşand û ragihand ku ji nêzî Sunana li ser Pyongyanga paytextê Koreya Bakur di saet 06.57an da moşekeke cureya wê nehat tespîtkirin, hat avêtin.
Hat gotin ku moşek ji ser Japonyayê derbas bû û gihîşt Pasîfîka Bakur.
Artêşê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku moşek bi qasî 770 kîlometreyî bilindî hewayê bû û 3 hezar û 700 kîlometreyî çû.