Nihat Kavşut
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
WASHINGTON
Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê piştî ku Koreya Bakur moşekeke din jî ceriband wiha got: "Provakasyonên ku dewam dikin Koreya Bakur di warê aborî û diplomasiyê da tenê dihêlin."
Tillerson ji ber ku Koreya Bakur moşekeke teze avêt daxuyaniya nivîskî da.
Rex Tillerson di daxuyaniya xwe da wiha got: "Koreya Bakur provakasyonê dike û ev li dijî gelê Japonyayê ya hevalbendê DYAyê ye di hefteyên dawîn da gefa duyemîn e."
Tillerson bang li hemû dewletan kir ku li dijî Koreya Bakur bisekinin û wiha got: "Provakasyonên ku dewam dikin Koreya Bakur di warê aborî û diplomasiyê da tenê dihêlin."