NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) maweya Mîsyona NYê ya li Îraqê salekê dirêj kir.
Welatên endamê KENYê bi hev re biryar girtin û bangî hemû aliyên siyasî yên Îraqê kirin ku ji bo guftûgoya siyasî û yekîtiya neteweyî bixebitin.
Di biryara KENYê de ji hikûmeta Îraqe hat xwestin ku bi terorîzm û pevçûnen navbera mezheban re têkoşînê bike, ewlehiya kamuyê pêk bîne û demokrasî û hiquqê bi pêş ve bibe.
Li gorî vê biryarê maweya Mîsyona NYê heta 31ê tîrmeha 2014an hat dirêjkirin. Mîsyon, dê li welatiyên Quweytê ku di dema dagirkirina Îraqê de wenda bûne bigere û der barê vê mijarê de raporê amade bike.
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mun ji bi raporeke der barê xebatên Mîsyona NYê ya li Îraqê de bal kişand ser tundiya li Îraqê û ji hemû aliyên siyasî xwest ku ji bo lihevkirin û guftûgoyê bixebitin.
Hefteya borî jî Nûnerê Taybet ê NYê yê Îraqê Martîn Kobler, bal kişandibû ser bandora şerê li Suriyê û gotibû ku ev yek bandoreke neyînî li îstiqrara Îraqê û pirsgirêkên navbera mezheban dike.