KERKUK
Li gor daxuyaniya navenda polêsan a Kerkukê, bi wesayîta bombebarkirî ve nêzî xeraja Bexdayê êrîş li polêsan hat kirin. Di êrîşê de polêsek mir. 4 jê polês bi tevahî 10 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Kerkukê û li wê derê tedawî kirin.
Hat destnîşan kirin li cihê ku êrîş lê pêk hatiye zirareke mezin heye û ji bo kesên ku êrîş li dar xistine bên girtin jî xebat didomin.
Li Kerkukê di hefteya dawî de 3 wesayîtên bombebarkirî û 5 jî tepink hatin teqandin. Di van teqînan de 13 kesan can da, 48 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê jî heta niha 15 kes, bi îdiaya ku eleqeya wan bi bûyeran re heye binçav kirin.